Hûn Bi Xêr Hatin Malpera Xwe

01‏/02‏/2010

Zindan



Helbest Bavê Rewşen

ZINDAN
Li zindanê girtî me lê zindan warê mêra ye
Birîndarê welatim can ji kevir û pola ye
Zincîra herdu milêm taca serê şaha ye
Kelebca girêdanê bazinê xatûna ye
Xwîna laş û birînê hina destê bûka ye
Zindana reş û tarî jibo min ew dibistane
Ez lê bûme nivîskar armanca min Kurdistane
Dîroka min tev eve him kuştin û lêdan e
Min dûrxistin ji welat xwedîyê welat ew mane
Lê tucar nabin xwedî jî Kurda re Kurdistane
Ser cimandin liber neyar ne karê Kurdê mêr e
Bi zindan û lêdanê serî xwar nakim jê re
Di vê neyar zanibe Kurd wek piling û şêr e
Xwîna me bo welate ne jibo mal û zêr e
Heger bijîm bê welat tu zane mal bê kêr e