Hûn Bi Xêr Hatin Malpera Xwe

21‏/01‏/2010

Nîgarê te,,helbest,bavê rewşen



Qêrîna te bi şewatî tê guhê me
Birînek kûr te berda nav dilê me
Giran barek te danî ser dilê me
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Tu doza kurd tu armanc û nîşne
Ronakî çav tu xwîna dil û cane
Jiyan bê te jibo me tev bi jane
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Dibînim te di fira kew û çûka
Li govenda di xeml û xêza bûka
Di şîna de di rondikê li rûka
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Di cavên wan hemî ziçên li cola
Di qeşmûşên ewê xwîna li gola
Di gum gum û gerînoka li hola
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Di xuşxuş û di pêlên wan çeman de
Di sorbûna şimamokên leman de
Dibînim te di şahî û xema de
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Li ser derya li zozan û şikêra
Li ezmana di nîvê wan stêra
Dimeyzînim li hîvê tim tu pêra
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Ku rok û hîv ji banî werne xwarê
Cihan tev de navê te bit şimarê
Bi dûr naçin tucarî ji vê rêwarê
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Ji nîv gorê mirî rabe bi jîn be
Merovên sax ku bê can û bê xwîn be
Bi avdanê li şûva ku xwê şîn be
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Tu doza kurd tu armanc û nîşane
Ronakî çav tu xwîna dil û cane
Jîyan bê te jibo me tev bi jane
Nîgarê te ji ber çavê me naçe