
Kevokê:Helbest:Zoryar Tehlo
Kevokê bifir bifir
Li banê dirbêsiyê bifir
Li yara min temaşeke
Gelawêja şeveqe
Dêm û cehre erxweanî
Ji mendehoşên sibhanî
Xunava li ser rîhanî
Paytexta deşta kîkanî
Cih û warê yara şox
Ji mir bîne xeber û salox
Tîna himbêz û agoş
Gava min şîr jê dinoş
Xweş dîmen û devliken
Cadû ye bejna şewşen
Perwer û qurnaz û resen
şîwaz û zîz û rewşen
Dûr im îro dilbirîn
Kanî semeng û şevborîn
Dil û hinav tev bûye jan
Kanî derman û hetwan
Cendîn xelat in li cîhan
Her tu ye bo min ermixan
Carekê e,jî bifiryama
Li wê xakê danîbama
zoryar Tehlo